Li Silêmaniyê bikaranîna çekên kîmyawî hate şermezarkirin

Dewleta Tirk a qirker, ji 23’ê nîsanê ve, êrişî başûrê Kurdistanê dike û li dijî gerîlayan tevî cureyê çekan hemuyan çek û gazên kîmyawî bi kar tîne.
Li dijî vê yekê nerazîbûna gelê Kurd û derdorên demokratîk jî zêde dibe.
Di vê derbarê de çalakî û nerazîbûnên li başûrê Kurdistanê jî dewam dikin.
Ciwanan û pêşmergeyên dêrîn li ber bikaranîna çekên kîmyewî rabûn û bang li her kesî kirin ku bibin xwedî helwest.

Ev nêzî 5 meh in dewleta Tirk a dagirker bi çekên kîmyawî êrişî başûrê Kurdistanê dike.

Li dijî vê yekê, gelê Kurd li her deverê nerazîbûnên xwe nîşan dide.

Li Başûrê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê, bi pêşengiya Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê, li dijî bikaranîna çekên kîmyawî li hember gerîlayan çalakiyek hate lidarxistin.

Di çalakiyê de daxuyaniyek hate dayîn.

Ciwanan diyar kir ku dewleta Tirk ji ber şikestina xwe li hemberî berxwedana Gerîlayan çekên kîmyawî bi kar tîne.

Di daxuyaniyê de bêdengiya hikûmeta Herêma Kurdistanê û hevkariya wê li gel Dewleta Tirk hate şermezarkirin.

Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê di dawiyê de bang li hemû ciwanan û civakê kir ku li hemberî dagirkeriyê hişyar bin û bêdeng nemînin.

Pêşmergeyên Dêrîn bêdengiya hikûmetên Başûr û Iraqê şermezar kir

Endamên Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn yên Hizba Komunîst ya Kurdistanê jî derbarê êrişên dagirkerya dewleta Tirk û bikaranîna çekên kîmyewî nerazîbûn nîşan dan.

Pêşmergeyê Dêrîn Kameran Ele Reş da zanîn ku dewleta Tirk hebûna kurdan qebûl nake û armanca wê ji van êrişan qirkirina gelê Kurd e.

Pêşmergeyê Dêrîn Hawrê Derya jî diyar kir ku neyekbûna hêzên kurdî rê li pêşiya êrişên dagirkeran vekir.

Hawrê Derya bang li rêxistinên navnetewî kir da ku li dijî êrişên dagikeran dengê xwe bilind bikin.

Pêşmergeyên Dêrîn Kameran Ele Reş û Hawrê Derya bang li Hikûmeta Herêma Kurdistan û Iraqê kir ku derbarê binpêkirinên dewleta Tirk de têkevin nava tevgerê.

Back to top button