Di maça dawî ya Turnuveyê tîma Berxwedan bi ser ket

29’ê Hezîranê yekem Turnuveya futboolê ji bo jinên herêma Firatê bi beşdarbûna 7 tîman hatibû destpêkirin. Duh, Maça dawî ya şampiyona turnuveyê bû. Maç li stada Dostanî Kobanê-Nerwîc hat lîstin û têde tîma Berxwedan bi ser ket.

Tîm li gorî 2 qonaxan hatibû birêxistinkirin û tê de her tîmekê 12 maç lîst.

Lîstikvana bi navê Rohat Efendî diyar kir ku gelek astengî li pêşiya wan derket ji ber ku di nêrîna civakê de futbool tenê ji bo mêran e lê va îro turnuveyek taybet bi jinan çêbû.

Rohat Efendî kêfxweşiya xwe bi beşdarbûna turnuveyê anî ziman û got “Ev turnuve girîng e, jinan beşek ji xewna xwe pêk anîn û niha karî xwe îsbat bike.”

Ji hekemên turnuveyê, Mistefa Xêr Zade da xuyakirin ku ev cara yekemîn e li herêma Firatê tunruveyeke wiha tê lidarxistin, lê tevî vê jî heta astekê baş bû.

Mistefa got ku turnuveyeke wiha hewcedarî perwerdevanên akademîk e, divê kesên peywendîdar piştgiriya turnuveyê bikin.

Back to top button