Dagirkeriyê gundê Kêsteyê yê Metînayê bombebaran kir

Balafirên artêşa Tirk a dagirker rojane gund û bajarokên Başûrê Kurdistanê bomebaran dike. Duh danê şevê jî artêşê gundê Kêsteyên bi dijwarî bombebaran kir. 

Li gor Ajansa Nûçeyan Roj News’ê, helîkopterên dewleta Tirk a dagirker duh bi şev, gundê Kêsteyê yê girêdayî herêma Metînayê bi dijwarî bombebaran kir..

Li gor agahiyên şêniyên gund, helîkopteran nêzî 2 saetan herêm bombebaran kir..

Ji ber metirsiya êrişên dagirkeriyê, şêniyên herêmê nikarin ji malên xwe derkevin..

Heya niha, der barê ziyanên êrişa helîkopteran de ti agahiyên piştrast an daxuyanî nehatiye weşandin.

Back to top button