KOMAW: Divê civaka navdewletî sînorekî ji Tirkiyê re deyînin

Dewleta Tirk a dagirker li Kurdistanê sûcên dermirovî der heqê Kurdan de dike. Komeleya Malbatên Şehîdan û Windayan (KOMAW) got ku divê civaka navdewletî ji bêdengiya xwe derkeve û sînorekî ji Tirkiyê re deyîne. 

Dewleta Tirkî ya dagirker ji bo qirkirina Kurdan, êdî berî daye bikaranîna çekên kîmawî..

Komeleya Malbatên Şehîdan û Windayan (KOMAW)’ê bi daxuyaniyekê sûcên kîmyewî yên dewleta Tirk li dijî Kurdan şermezar kirin û got:

“Dewleta Tirk eşkere li Kurdistanê li dijî gelê Kurd çekên kîmyweî bi kar tîne.

Li Başûrê Kurdistanê, bi teybetî li herêma Avaşîn, Zap û Metînayê, di mehekê de 157 carî ev çek bi kar anîne.

KOMAW’ê bêdengiya navdewletî jî ya beramber van sûcan şermezar kir û got:

“Di serî de Neteweyên Yekbûyî, divê civaka navdewletî û saziyên mafên mirovan li dijî kirinên Tirkiyê rabin û bêdeng nemînin.”

Back to top button