Li Kabulê çend jin li dij bêparhiştina wan ji gelek mafan û xwendin jî di nav de, derketin kolanan. Derketina wan li xweşiya çekdarên Talîbanê nehat û ji bo wan ji hev belav bikin fîşek berdan.
Tevgera Talîbanê piştî kontrolkirina Efxanistanê rûpoşa xwe danî û riwê rastîn eşkere kir..
Li rojhilatê Kabula paytex duh çend jinên Efxan li dij biryarên Talîbanê, yên der heqên jinan de derketin..
Xwepêşanderan bi hevokên weke “pênûsên me neşikînin – pirtûkên me neşewitînin – dibistanên me negirin” banga vekirina dibistanan kirin..
Lê belê ev yek li xweşiya çekdarên Talîbanê nehat û di ser wan re fîşek berdan..
Çekdaran xwest wan ji hev belav bikin..
Berdevkê Talîbanê Zebîhullah Mucahid berî niha soz dabû ew ê bihêle jin biçin dibistanan, lê heya niha tiştek nebûye.