“Di derbeya Amerîkî ya 20’ê Îlonê de “Salim Ebû Ehmed” hatibû kuştin”

Berî niha, li Idlibê fermandarekî mezin ê Rêxistina El-Qaîdeyê hatibû kuştin. Malpera “Military Times”, ragihandin ev fermandar Salim Ebû Ehmed e û bi derbeyeke Amerîkî hatiye kuştin. 

Military Times li ser zimanê serfermandarê artêşa Amerîkî “John Rigsby” ragihand ku, berpirsê plansazî, fînasekirin û erêkirina li ser pêkanîna êrişan “Salim Ebû Ehmed” 20 meha borî li Idlibê bi derbeyeke hewayî hatiye kuştin.

Li gor John Rigsby, heya niha ne diyar e eger ti kesên din di encama derbeya 20’ê Îlonê de hatine kuştin an na…

Li gor agahiyan, termê Salim Ebû Ehmed ji ber derbeyê bi temamî şewitîbû..

Jixwe berê, ev nûçeya derbeyê hatibû biparvekirin, lê encam, navê kuştiyan nehatibû eşkerekirin..

Back to top button