Sibe, 2’ê Cotmehê li Fransayê mîtîngek ji aliyê Konfederasyona Civakên Kurdistanî ya li Elmanyayê KON-MED’ê ve wê li dar bikeve.. Ji bo tevlîbûna mîtîngê, banga tevlîbûnê li Kurd û dostên wan hat kirin.
Mîtîng bidirûşma ‘Dem dema azadiyê ye- Ji bo Ocalan bikeve nava liv û tevgerê’, sibe li ber avahiya Konseya Ewropayê ya Fransayê wê pêk were.
Ji bo wê, KON-MED’ê, bi daxuyaniyekê û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bang li Kurd û dostên wan kir ku sibe beşdarî mîtînga navendî bibin
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin “22 Sal in Rêber Apo di nava tecrîdeke giran de ye” û hat gotin “Roj roja şikandina û tunekirina rejîma faşîst e.”
KON-MED’ê eşkere kir ew êdî bêdengiya Yekîtiya Ewropayê û saziyên wan qebûl nakin û banga tevlîbûna mîtîngê li gelê Kurd û dostên wan yên li Ewropayê kir.