Bêrîtan Dersîm: Dewleta Tirk li pêş çavê cîhanê çekên kîmyewî bi kar tîne

Endama Konseya Leşkerî ya YJA Star’ê Bêrîtan Dersîm eşkere kir ku dewleta Tirk 5 meh in li çiyayên Kurdistanê çekên kîmyewî bi kar tîne. Fermandara gerîlla anî ziman ku dema mijar dibe Kurd, hêzên cîhanê dengê xwe li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî dernaxin.

Endama Konseya Leşkerî ya YJA Starê Bêrîtan Dersîm, êrişên dewleta Tirk li dijî axa Başûrê Kurdistanê û berxwedana gerîla ji Stêrk TV re nirxand.

Bêrîtan bi bîr xist ku şerê giran ji sala 2015’an bê navber dewam dike û got:

Bi berxwedana Garê re, şer derbasî qonaxeke nû bû. Xwestin navenda gerîla kontrol bikin. Lê plana wan neçû serî. Piştî vê têkçûnê êrişên xwe zêdekirin.

Ji 23’ê Nîsanê ve li Metîna, Zagros û Avaşîn êriş hene.

Lê bendê bûn ku di nava çend rojan de encamê bi dest bixin. Lê dîtin ku hesabê wan lihev nayê. Ji ber vê çendê dest bi bikaranîna çekên kîmyewî kirin.

Fermandara gerîlla diyar kir ku hêzên cîhanî bi hinceta çekên kîmyewî bikar anîn destwerda Iraq û Sûrî û wiha dewam kir:

Dema mijar dibe gelê Kurd, ev hêz bê deng in. Sedema vê jî hevkariya wan a li gel dewleta Tirk e.

5 meh in li çiyayên Kurdistanê çekên kîmyewî têne bikaranîn, kes dengê xwe dernaxîne. Tevî vê yekê jî li hemberî îradeya gerîla nikarin encamê bi dest bixin.

Gerîla niha dîrokeke nû dinivîsîne

Ji ber hevkariya PDK’ê, artêşa Tirk xaka Başûrê dagir dike

Têkildarî hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re jî Bêrîtan Dersîm ev nirxandin kir:

Dewleta Tirk dema ku fêhm kir li hemberî gerîla têk diçe, PDK xiste dewrê.
Eger ne ji PDK’ê bûya dewleta Tirk nikarîbû gavekê jî biavêje. Bi hev re li dijî gerîla operasyonê dikin.

PDK’ê dibêje ‘Ev der parçeyê min e, bila PKK ji Başûr biçe’.

Ev helwesteke xerab e. Ji te bêhtir mafê PKK’ê ye ku li vir be. Xelkê Başûr ji te bêhtir baweriya xwe bi PKK’ê tîne.

Beriya her tiştî em xwişk û birayê hev in. Pêşmerge birayên me ne. Em hemû Kurd in. Lê PDK’ê radibe piştgiriyê dide dewleta kujer.

PKK hergavê weke partiyeke Kurd nêzî PDK’ê bû. Gerîlla bi hestên welatparêziyê Hewlêr, Şengal û Mexmûr parast.

Pêşmerge û gerîla bira ne, careke din bang dikim; werin em bi hev re li dijî dijmin di heman çeperê de şer bikin.

Back to top button