Mûsa Xelîl: Civak bi yekîtiya xwe xurt dibe

Bi armanca têkbirina yekitiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûrî, dewleta Tirk şerekî taybet li dijî herêmê dimeşîne. Endamê Rêveber ê Akademiya Civaka Demokratîk a Qamişlo Mûsa Xelîl têkildarî mijarê diyar kir ku civak bi hevgirtina xwe dikare li dijî êrişên dewleta Tirk bisekine.

Mûsa Xelîl bal kişand ser girîngiya Akademiya Civaka Demokratîk di hişyarkirina şêniyan de û piştrast kir divê şêniyên herêmê bi parastina cewherî li dijî êrişên dagirkeran amade bin.

Her wiha, Mûsa hewildanên ENKS’ê yên sorkirina gel li dijî Rêveberiya Xwedser jî şermezar kir û bang li şêniyan kir ku li hember tevliheviyên dijminan hişyar bin.

Back to top button