DAWÛD OGLU REXNEYÊN TUND LI ERDOGAN KIR

Piştî têkçûna AKP’ê di partiya herêmî de, krîzên hindirîn di nav wê de derdikevin.
Herî dawî endamê payeblilind di AKP’ê de û serowezîrê berê yê Tirkiyê Ehmed Dawûd Oglu bloka navbera AKP’ê û MHP’ê rexne kir û got vê peymanê ziyan gihandiye partiyê.

Dawûd Oglu bi daxuyaniyekê ku tê de encamên hilbijartina herêmî eşkere dike rexne li siyaseta Erdogan a rêvebirina partiyê kir û got, koalîsyonan gelekî ziyan gihand partiyê.

Di yekem rexneya eşkere li dijî Erdogan de, Dawûd Oglu bal kişand ser rewşa Tirkiyê û ev tişt anî ziman,

Siyaseta AKP’ê ya aborî, rêgirtina li pêşiya azadiya rojanmegeriyê hişt ku em bighêjin vê rewşê.

Di encama hilbijartina herêmî de, AKP’ê Şaredariyê mezin mîna Stanbol û Enqere ji dest xwe winda kir..

Li şûna wê CHP’ê cihê xwe di van şaredariyan de girt.

Leave a Reply

Back to top button