Talîban taîfeya Hezare ya Şîa neçarî koçberiyê dike

Bi serdema Talîbanê ya li Efxanistanê re, tundî û tarîbûn careke din derketiye pêş.
Tevî van hemûyan niha jî Talîban rengîniya Efxanistanê tine dike.
Niha jî taîfeya Hezare ya Şia di hedefa Talîbanê de ye.|Bi sedan malbatên taîfeya Hezare ya Şîa ji ber fermanên Talîbanê koçber bûn.

Li Efxanistanê bi serdema Talîbanê re, rojane biryarên civakê ji hev dixe derdikevin.

Zext û kiryarên çekdarên Talîbanê, bûye sedema pêla koçberiyê li welat zêde bibe.

Lê tevî van, Talîban jî dixwaze beşekê civakê bide koçberkirin.

Ango, rengîniya Efxanistanê bi tarîbûna xwe re bipêçe.

Li gorî rojnameya Wall Street Jouranl, Talîbanê vê hefteyê gef li şêniyên gundên Kendîr û Tacebidar xwar û jê xwest ku di 9 rojan de ji malên xwe derkevin.

Şêniyên herdu gundan piştrast kirin ku bi hezaran kesên ji 700 malbatên taîfeya Hezare ji ber fermanên Talîban malên xwe terikandin.

Hefteya borî jî hakimê Talîbanê li herêma Bato ya kantona Daykundî Mela Mesfîr gef li şêniyên gundên Şagulca û Xercakê xwaribû û ferman da ku di 5 rojan de ji malên xwe derkevin.

Piraniya rayedarên Talîbanê ên li Uruzgan û Daykundî wekî piraniya endamên tevgerê, girêdayî civaka Beştûnî ya Sunî ne.

Hin niştecihan jî ragihandin ku Talîban û alîgirên wê sewal û hilberînên wan mîna genim û bahîv desteser kirine.

Şêniyên gundên zirar dîtine, piştrast kirin ku Talîban kesên ji taîfeya Beştûnî yên ji herêma Uruzgan li şûna şêniyên resen bi cih dike.

Şêniyên koçber dibêjin, Talîban bi koçberkirina wan xwest endam û alîgirên xwe xelat bike.

Her wiha gotin kesên di malên wan de hatine bicihkirin, ne endamên Talîban in.

Lê bi desteka Talîban milkên wan desteser kirine.

Yên ku li dijî vê yekê derdikevin jî êşkence li wan têne kirin.

Back to top button