Tîma kuştinê ya Tirk yekser girêdayî qesra Erdogan e

Planên dewleta Tirk yên ji bo kuştina siyasetmedarên Kurd yên li Ewropayê eşkere dibe. Tîma kuştinê ya girêdayî Îstîxbarata Tirk, Hezîrana 2017’an li Belçîkayê hewl dan li dijî Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal û endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar êrişê pêk bînin.

Têkîldarî bûyerê Belçikayê jî 18’ê Hezîranê biryar dabû ku li dijî Tîma Kuştinê doz were vekirin. Di encama lêpirsînên dozê de derket holê ku tîma kuştinê yê navenda wan li Fransayê ye, rasterast bi Erdogan re tekîldarin.

Piştî lêpirsîna li ser hewldana reşkujiyê ya Hezîrana 2017’an a li dijî Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal û endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar, biryar hate standin ku 18’ê Hezîranê doz were vekirin.

Di encamama van lêpirsînan de agahiyên ku ji şopandina telefonan de derketin, tekiliya tîma kuştinê ya bi kesên peywendîdar re derxist holê.

Kesên di tîma kuştînê de cih digirin giredayî rexistina Şîrketa Şêwirmendiyê ya Parastinê ya Navnetewî SADAT’ê ne.

Xwediyê vê rexistinê jî her wiha şêwirmendê şexsî yê Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdoxane.

Ji ber vê, daraza Belçîka ji saziyên Fransî xwest ku di çarçoveya hevkariya navneteweyî de lêpirsînê bike.

Li ser daxwaza daraza Belçikayê, Polîsên Fransî li telefonên kesên nav tora sûîqestê guhdarî dike, agahiyên balkêş digrin.

Lêpirsên dozê tespît kirin ku di axaftina telefonê de plana ku bikin ‘gola xwînê’ hatiye danîn.

Ev gotin di axaftina telefonê ya kesê bi navê Zekeriya Çelîkbîlek yê endamê rêxistina SADAT’ê yê de derbas dibe.

Derkete holê ku Zekeriya Çelîkbîlek xebata keşfê dike û ji bo kuştinê li materyalan digere.

Her ku lêpirsîn kûr dibe, derdikeve holê ku ev kes hemû di nav îstîxbarat û tora kuştinê de ne.

Ev kes hemû bi hev re têkildar in, bi hev re tevdigerin û hemû jî girêdayî Sefaretxaneya Tirk a li Parîsê ye.

Di encama van lêpirsînan de tespît bû ku ev kes hemû bi Enqereyê re têkildar in.

Têkiliyên komê yên bi Enqereyê re jî ne veşartî ne, rasterast bi ser Qesra Erdogan ve ne.

Derkete holê cihê navendî yê tîma kuştinê ku şandina Belçîkayê, Fransa ye.

Ev ekîba ku xebata îstîxbaratê dike her wiha ew ekîb e ku kesên ku dişînin Belçîkayê wan bi rêxistin dikin.

Tê gotin li cem saziyên Fransî agahiyên hîn berfirehtir hene, lê bi lêpirsîna Belçîkayê re agahiyên pir kêm hatine parvekirin.

Back to top button