Tûnis..Seîd: Di hikumeta nû de wê rê ji bazar û şantajê re nebe

Li Tûnisê amadekariyên avakirina hikumeta nû tê kirin.
Di vê çarçoveyê de Serokomarê Tûnisê Qeyîs Seîd got,
Di avakirina hikumeta nû de wê rê nedin, “bazar û şantajan.”

Li ser malpera fermî ya Serokomariya Tûnisê wêneyê Seîd yê civîna bi Necla Buden Remezan ku ji bo avkirina hikumeta nû hatî erkdarkirin re, hate weşandin.

Seîd di dema civînê de axivî û got:

Pîvanên welatparêzî, xebatkarî û jêhatîbûnê wê di hilbijartina endamên hikumetê de li ber çavan werin girtin.

Serokomarê Tûnisê anî ziman ku wê ji bo xebatên avakirina hikumeta nû rê nedin ti destwerdane ji derve bê kirin.

Serokomarê Tûnisê Seîd 25’ê Tîrmehê hemû hêza parlamentoyê dabû rawestandin û serokwezîr ji erk girtibû.

Bi vê yekê re dawî li deshilata partiya El Nehda ya ixwana mislimîn ku Tirkiye û Qeter piştevaniya wê dike anîbûn.

Li welat jî niha amadekariyên avakirina hikumeta nû tê kirin.

Herî dawî di 29’ê Îlonê de Seîd, Necla Buden Remezan ji bo avkirina hikumeta nû erkdar kiribû.

Back to top button