Erdogan û Putin li ser avakirina cihên nuklerî axivîne

29’ê Îlonê Serokomarê Tirkiye Erdogan yê ji Waşîngtonê bêhêvî mayî berê xwe dabû Rûsya.
Di civîna li Soçî pêk hate de, ji mijara Sûrî bigre, heta S-400, têkliyên aborî û hevkariya navbera aliyan di rojevê de bû.
Yan jî Erdogan ev yek îdia dikir.
Kremlinê jî ragihand ku Erdogan û Putin ji bo avakirina santralên nu yên nukleerî yên li Tirkiye axivîne.

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov got, di hevdîtina li Soçiyê de, Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokomarê TirkiyeErdogan li ser cihên betonî ku santralên nukleerî yên nû ku li Tirkiyê dikarin bên çêkirin axivîne.

Çêkirina Santrala Nukleerî ya Akkuyuyê ku li Tirkiyeyê tê avakirin, ji aliyê şîrketa enerjiya nukleer a Rûsyayê Rosatom ve tê çêkirin.

Li gorî nûçeya Sputnikê, Peskov aniye ziman ku Putin û Erdgaon li ser çêkirina qadek nû ya aborî gotubêj kirin.

Erdogan jî îdia kiribû ku wan li ser mijara rewşa li Idlib û êrişên li ser herêmê nîqaş kirine.

Lê balkêşe ku Kremlîn têkildarî vê yekê ti agahî parve nekir.

Back to top button