Di meha Îlonê de dewleta Tirk 30 carî gundê Dirdara topbaran kir

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe di meha Îlonê de êrişên xwe yên li ser herêmê zêde kirin.
Dagirkeran di nava 15 rojên dawî de 30 car êrişî gundê Dirdara yê Til Temirê kirin.
Hêzên parastinê jî di çarçoveya parastina rewa de bersivê didin van êrişan.

Di meha Îlonê de jî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser bakur û rojhilatê Sûriyê dewam kirin.

Ajansa ANHA’yê bîlançoya êrişên meha Îlonê ya li ser navçeya Til Temirê derxist.

Di Îlonê de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li gelek eniyan êrişên xwe zêde kirin, gundên bakur û bakurê rojavayê navçeyê topbaran kirin.

Gundên ku herî zêde hatin topbarankirin ev in:

Dirdara, Um El-Xêr, Gozeliyê û Til El-Leben, Til Cuma, Til Kefîcî, Um El-Kêf û Tawîle.

Di 15 rojên dawî yên meha Îlonê de, dewleta Tirk û çeteyên wê zêdetirî 30 caran gundê Dirdara bi moşekan topbaran kir.

Ji 19 heta 24’ê Îlonê hêzên dagirker nuqteyên hêzên hikûmeta Şamê yên li gundên Til Tewîl û Dirdara kirin hedef, di encamê de 2 leşkerên hikûmetê birîndar bûn.

Di encama van topbaranan de bi dehan mal û milkên sivîlan û dibistanên gundê Dirdara, Gozeliyê, Ebûş û mizgeftên wan bi temamî wêran bûn.

Hêzên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê li gorî peyamên navneteweyî yên têkildarî agirbestê tev digerin û di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrişan didin.

Di çarçoveya mafê parastina rewa de şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê bersiva êrişên li dijî Um El-Xêr ê rojavayê navçeya Til Temirê dan û di encamê de şervan Zeyneb Serêkaniyê şehîd bû û 3 şervanên din jî birîndar bûn.

Rûsya û hêzên rêjimê jî heta niha li dijî van êrişan ti helwest nîşan nedane.

 

Back to top button