Ji ber barana zêde li Taylandê xanî di bin avê de mane

Guherîna avhewa li cîhanê di nava 2021’an de bi şewat, lehî û baranê xwe da der.
Li Taylandê ji ber barana musonê bi hezaran kes koçber bûn û li seranserê welêt lehî rabû.

Barana zêde ya li welat şert û mercên jiyanê zehmet kiriye.

Doh barana zêde ya li welat bandoreke zêde li navçeya Sena ya eyaleta Ayutthaya kir.

Xanî dinava avê de man û şêniyên wê ji bo derbasî xaniyên xwe bibin neçarin di nava avê de bimeşin.

Li hinek cihan, qata despêkê ya xanî di nava avê de maye.

Şênî jî li qata duyemîn dirûnên û li benda alîkariyê ne.

Her wiha li seranserî welat ji ber lehiyê bi sedhezaran kes ji malên xwe derketin û xwe li cihên ewle girtine.

Li gorî rêveberên welat ji doh ve, li 31 eyaletan 7 kes mirine û 215 hezar xanî jî hatine valekirin.

Back to top button