Sekreterê Giştî yê Partîya Sosyalîst a Malezyayê banga piştgiriyê kir

Meclisa Medya Dijîtal a Kurdistanê wê di 8’ê Cotmehê de ji bo Azadiya Rêber Apo pêngavê destpêbike.
Sekreterê Giştî yê Partîya Sosyalîst a Malezya yê, kampyayê banga piştgirîyê kir.

Di çarçoveya pêngava jibo azadîya Rêber Apo de, ya ku wê 8 cotmehê li ser medya dijîtal were kirin di asta cîhanî de amadekarî tê kirin.

Piştî Awistralya, Lîbya, Misir, Hindîstan, Pakîstanê Sekreterê Giştî yê Partîya Sosyalîst a Malezya yê jî bi peyameki banga tevlîbûnê ji bo kampanya yê kir.

Sekreterê Giştî yê Partîya Sosyalîst a Malezya yê Sîvarajan Arumugam di peyama xwe wiha got:

”Eger em behsa şoreşa Rojava bikin, divê em li ser birêz Abdullah Ocalan baxivin.

Şoreşa Rojava li ser fikrên Ocalan avabûye û wekhevî, azadî, edalet û tekoşîna ekolojîk temsîl dike.

Sîvarajan di dawîya peyama xwe de got: ”Birêz Ocalan ev demeke dirêje li Tirkîyê girtî ye û girtîbûna Birêz Ocalan nayê qebul kirin.

Divê azadîya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bê mîsogerkirin.”

Back to top button