Îran: Ji ber DAIŞ’iyên welatekî cîran anî sînor, me dest bi tetbîqatê kir

Salek di ser êrişên Azerbeycan ya li herêma Qerebax ya Ermenîstanê re derbas bû.
Di dema şerê 27’ê Îlona 2020’an despê kirî, dewleta Tirk bi çeteyên xwe yên ji Sûrî ku bir piştevaniya Azerbeycanê kir.

Îranê jî bi daxuyaniyan bertek li dijî vê yekê nîşan dida ku DAIŞ’î li sînorê wan têne bicihkirin.
Îranê ragihand ku ji ber DAIŞ’iyên welatekî cîranê wan anîne û li sînorê wan bicih kirine, wan dest bi tetbîqatek leşkerî kirine.

Benên navbera, Azerbeycan, Ermenîstan û Îranê dişidin.

Tetbîqata Îranê binavê “Fatihên Xeyber” bi beşdariya çekên nûjen, tank, helîkopter û dronan li sînorê Êrîvan û Bakû tetbîqatek berfireh despêkir.

Ji Fermandarê Hêzên Bejahî yê Îranê Keyumers Heyderî têkildarî tetbîqatê axivî.

Li gorî nûçeyên di çapemeniya Îranê de hatine weşandin, ev tetbîqat li ser metirsiya çeteyên DAIŞ’ê yên welatekî cîranê wan li sînor bicihkirine pêk hatiye.

Keyomers Heyderî bê ku nav eşkere bike, peyamek veşartî ji bo Azerbeycan û Tirkiyê da û got:

Em ticarî piştevaniya dagirkeriyê nakin.

Îran li ser guhertina sînorên welatekî baldare û napejirîne.

Niha Tirkiye jî li ser sînorê me tetbîqatan dike.

Ji ber şerê Azerbeycan û Ermenîstan yê 27’ê Înona 2020’an li herêma Qerebax a çiyayî despê kirî, Tirkiye bi hezaran çeteyên xwe yên DAIŞ’î ji Sûriyê derbasî herêmê kiribû.

Wê demê jî Tahran, Enqere û Bakû li ser rewşê hişyar kiribû.

Heyderî anî ziman ku ewê di tetbîqatê de çekên nû jî bikar bînin.

Balkêşe tetbîqata Îranê piştî Serokomarê Azerbeycan Îlham Aliyev li dijî tevgera Îran a ber sînor bertek nîşan da pêk hat.

27’ê Îlonê Aliyev îdia kiribû ku barhilgirên girêdayî Îranê bê destûr derbasî herêmên Qerebaxê dibe.

Back to top button