Efrîn..Çeteyan welatiyek ji gundekî navçeya Cindirêsê revand û birin cihekî ne diyar

Li Efrîna dagirkirî, sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê bê navber dewam dike.
Çeteyên welatiyek ji gundê Qicûmê yê bi ser Navçeya Cindirêsê revandin.
Dagirkeran tenê di meha Îlonê de 9 jê jin, zêdetirî 42 welatî revandin.
Her wiha zêdetirî 250 darên zeytûnê birîn û 3 hektar erd jî şewitandin.

Li Efrîna dagirkirî, rojane welatiyên ku lê mane rastî sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê tên.

Çeteyên dewleta Tirk kesê bi navê Ebdo Mihemed Heyder yê ji Qicûma yê bi ser Navçeya Cindirêsê revand.

Hat diyar kirin, çeteyan bi sedema ku ew bi birayên xwe yên li derveyî Efrînê re axiviye, Mihemed revandine û birine cihekî ne diyar.

Her wiha hate gotin ku heman çeteyan çend çewalên zeytûnê ku li li pêşiya mala Mihemd bûn dest danîn ser.

Di meha Îlonê de zêdetirî 42 welatî hatine revandin, ji wan 9 jin in

Tora Çalakvanên Efrînê jî di bilançoya meha Îlonê ya sûc û binpêkirinên dewleta Tirk li Efrînê eşkere kir.

Hat diyar kirin ku dewketa Tirk û çeteyên wê zêdetirî 42 welatî ji Efrînê revandin, ji wan 9 jin in.

2 kes êşkence kirin.

Li 7 deveran zêdetirî 250 darên zeytûnê birîn û 3 hektar erd şewitandin.

7 mal desteser kirin.

Di çarçoveya guhertina demogarfiya Efrînê de 2 dibistanên ku komeleyên Kiwêtî fînanseya wan dike, ava kirin.

Dewleta Tirk ji destpêka dagirkirina Efrînê ji adara 2018’an heta niha, zêterirî 7433 kes revandin, ji wan 1098 êşkence li wan hatine kirin, 137 hatine kuştin, û 5100 hatine berdan.

Çarenûsa kesên din hê jî ne diyar e.

Her wiha zêdetirî 2391 kes di encam şer û teqînan hatin kuştin.

Back to top button