
Di çarçoveya amadekariên zivistanê de, Şaredariya Gel a bajarê Qamişloyê dest bi qîrkirina rêya Qamişlo-Amûdê kir.
Şaredariya Qamişlo yê dest bi qîrkirina rêya Qamişlo-Amûdê beşa di navbera gundên Hîmo û Elî Fero de kir.
Xebata qîrkirina rê ji aliyê Şîrketa Zagros ve tê meşandin ku Şaredariya Gel a Qamişloyê erkdar kiriye.
Xebatê duh dest pê kir û rêya bi dirêjahiya 7 km û firehiya 6 metreyan dê were qîrkirin.
Mihemed Temo yek ji çavdêrên projeyê ye diyar kir ku dê di nava hefteyekê de xebat bi dawî bibe.