
Li Amedê, îro Polîsên dewleta Tirk bi ser gelek malan de girtin, deriyên wan şikandin û 12 kes binçav kirin.
Îro li bajarê Amedê, destê sibê, polîsan bi ser gelek malan de girtin.
Di serdegirtinan de, polîsan deriyên malan şikandin û tiştên malan belav kirin.
Hat diyarkirin ku di serdegirtinan de 12 kes hatine binçavkirin û niha li Miduriyeta Polîsan a Amedê tên girtin.
Ferdên malbatê têkildarî serdegirtinên malan ên navçeya Bismilê, dan zanîn ku polîsan deriyê malê şikandin û bi kuçikan li malê geriyan e û heqaret li wan kirin e.