Doza Tîma Kuştinê ya li Belçîkayê..dadgehê doz taloqî 11’ê Adarê 2022’an kir

Belê diviyabû îro endamên Tîma Kuştinê ya Erdogan derketibana pêşberî dadgehê.
Lê di runiştina destpêkê de aliyên hember xwestin doz were taloq kirin.
Li ser vê yekê jî dadgehê ragihand ku doz wê di 11’ê Adarê de pêk were.
Doz wê di aliyê siyasî de were nirxandin.
Ji ber vê yekê, dewleta Tirk dixwaze dozê taloq bike.
Parêzerê aliyê Kurd Jan Fermon li ser biryara dozger got, “Dozger ji destpêkê ve îdîa dike ku delîlên şênber nîne, ev ne raste.”

Rûniştina destpêkê ya doza ku têkildarî hewldana reşkujiyê ya li dijî Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal û endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar hate vekirin, îro pêk hat.

Rûniştina destpêkê ya doza li Dadgeha Ceza ya Brukselê Belçîkayê pêk hat, ji ber daxwaza aliyê hember a ji bo demê, hate taloqkirin.

Dadgehê jî mîna ku di dozên bi vî rengî de gelek caran dike, dema rûniştina dozê taloq kir.

Dadgehê ragihand ku doz wê di 11’ê Adara 2022’an de pêk were û mijar ji aliyê esasî ve bê nirxandin.

Her wiha dadgehê diyar kir ku ji meha Mijdarê û pê ve wê parastina aliyan werbigire.

Parêzerê aliyê Kurd Jan Fermon: Dozger îdîa dike ku delîlên şenber nîne, ev ne raste

Parêzerê aliyê Kurd Jan Fermon jî têkildarî biryara dadgehê da diyar kirin ku ew ê di vê çarçoveyê de bi taybetî argumanên nivîskî werbigrin.

Fermon bal kişand ser helwesta dozger û got,

“Dozger ji destpêkê ve îdîa dike ku delîlên şênber nîne, em di wê nêrînê de nînin. Dadgehê ji xwe qebûl kir ku îdîayên dozger nerast in.”

Fermon qetilkirina sê jinên şoreşgerên Kurd li Fransayê bi bîr xist û got,

“Me li Fransayê jî dît ku encamwergirtina ji dozên bi vî rengî zehmet e.

Dadgerî di hin mijaran de xwe vedigire. Em hêvîdarin ku li Belçîkayê jî wê heman helwest neyê nîşandan.”

Lê belê têkiliyên berfireh ên tîma kuştinê ya Tirk ketine nava îdîanameyê.

Çavkaniyên nêzî dosyayê radigihînin ku şopa tîma kuştinê digihêje heta Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan.

Delîl hene ku, tîma kuştinê bi şêwirmendên Erdogan Seyît Sertçelîk, şefê rêxistina paramîlîter SADAT’ê Adnan Tanriverdî û Sefîrê Bilind ê Tirkiyê yê li Fransayê yê berê Îsmaîl Hakki Mûsa re hevdîtin kiriye.

Back to top button