Li Şehbayê bi sedan jin li dijî tecîrda li ser rêber Apo meşiyan û banga azadiya wî ya fîzîkî kirin.
Bi sedan endamên Kongreya Star û Yekitiya Jinên Ciwan ên herêma Efrînê bi meşekê tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.
Meş ji pêşiya deriyê ketina bajarokê Til Qerah ê navçeya Ehdasê dest pê kir, û li ber navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a li Til Qerah veguherî mîtîngê.
Endamên Kordînasyona Kongreya Star Eyşe Mihemed li ser tecrîdê axivî û got,
“Dewletên dij demokrasiyê tecrîdeke giran li ser rêbertî ferz kirine, hewl didin ku me ji dûrî ramanê azad bixin û gelan kole bikin.”
Endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan a Kantona Efrînê Rîm Dada bi navê jinên ciwan axivî û got,
“Rêbertî doza jinan di civakê de lêkolîn kir û hişt ku di hemû qadan de bibin pêşeng û divê dijber jî armancên xwe ne ghînin serî.”
Rîm Dada bang li ciwanan, jinên ciwan kir ku li dijî tecrîdê serî hildin û têkoşîna xwe li dijî dewleta Tirk xurt bikin.