TEQÎNÊN SRÎLANKAYÊ HEJMARA QURBANIYAN GIHAŞT 310’AN

Di rêzeteqînên ku roja Yekşêmê li Srî Lankayê rû dabûn de. Hejmara qurbaniyan ji 290 kesî derket 310 kesan. MIX

Desthilatên Srî Lankayê îro ragihand ku hejmara kesên ku di teqînên roja Yekşemê de mirin, gihaşt 310 kesan.

Îro hikumeta Srî Lankî li seranserî welêt şîna netewî li ser giyanê van qurbaniyan ragihand.

Polîsê jî 40 kesên gumanbar girtin, di nav de yekî Sûrî jî heye.

Srî Lanka roja Yekşemê çavên xwe li ser 8 teqînan vekiribû.

Ji van 3 kenîse û 3 otêl hatibûn hedefkirin.

Ev yek hêrseke mezin li giştî cîhanê çêkir.

Gelek dewletên mîna Çîn û Rûsyayê welatîyên xwe di dema heyî de ji serdana Srî Lankayê hişyar kir.

Leave a Reply

Back to top button