Şêniyên gundê Soxanekê: Em ê nehêlin dijmin têkeve erdên me

Li hember van êrişan şêniyan herêmê li ber xwe didin û dev ji erdên xwe bernadin.

Şêniyên gundê Soxanekê yê navçeya Şêrawa gotin: ”Em ê nehêlin dijmin têkeve erdên me.”

Şêniyên bi navê Hesen Cûma Mamo anî ziman ku gundê wan rojane ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve tê topbaran kirin û got:

”Li hember van êrişan em li ber xwe didin û em ê nehêlin dijmin têkeve gundê me.”

Hemo Berekat jî azî ziman ku dema êriş dikin ew dikevin şkeftên li gund de da ku xwe biparêzin, piştî bidawî jî dibe vedigerin malên xwe.

Jina bi navê Eyşe Mamo jî got: “Bi rêya êrişan dixwazin me bitirsînin da ku em koçber bibin, lê em nehêlin ku dijmin bighêje armancên xwe.”

Back to top button