Pêşmergeyên Dêrîn bêdengiya hikûmetên Başûr û Iraqê şermezar kir

Bertek û nerazîbûnên li dijî bikaranîna kîmyawî ji aliyê dewleta Tirk ve zêde dibin.

Pêşmergeyên Dêrîn jî li ber bikaranîna çekên kîmyewî rabûn û bang li her kesî kirin ku bibin xwedî helwest.

Pêşmergeyê Dêrîn Kameran Ele Reş da zanîn ku dewleta Tirk hebûna kurdan qebûl nake û armanca wê ji van êrişan qirkirina gelê Kurd e.

Kameran bang li Hikûmeta Başûrê Kurdistan û Iraqê kir ku derbarê binpêkirinên dewleta Tirk de têkevin nava tevgerê.

Pêşmergeyê Dêrîn Hawrê Derya jî diyar kir ku neyekbûna hêzên kurdî rê li pêşiya êrişên dagirkeran vekir.

Hawrê Derya bang li rêxistinên navnetewî kir da ku li dijî êrişên dagikeran dengê xwe bilind bikin.

Back to top button