Spanya..Teqînên li çiyayê Agirî kêm nabin

Bêtirî 3 heftene teqînên volkanîk li girava La Palma a Spanyayê kêm nabin.
Ji ber teqînan şewat li gelek deverên giravê belav bû û ev yek rê li ber zêdebûna fikaran vedike.
Lewma aliyê pêwendîdar hişyar kirin ku çiyayên volkanîk hê zêdetir har dibin.

Ji 19’ê Îlonê ve teqînên çiyayên volkanîk li giravên La Palmê dewam dikin.

Ji ber teqînan agir bi daristanên derdorê ket û ev yek bû sedem ku bi sedan xanî bibin xwelî.

Her wiha heta niha gelek erdhejên biçûk jî ji ber qelişîna latên mezin rû dane.

Di nava 3 hefteyên derbasbûyî de bi hezaran kes ji herêmê hatin dûrxistin.

Herî dawî mirovên zanyar ragihandin ku perçên volkanîn tên dikevin nava deryayê bûn sedem ku asta kibrîta dîoksît zêde bûye.

Li gorî zanyaran her çendî ev yek bibe sedem ku hewa gemar bibe jî lê banodreke wê li ser jiyana mirovan tine ye.

Tevî vê yekê jî bang li xelkê herêmê hate kirin da ku ji malên xwe dernekevin.

Back to top button