Senatorên Amerîkî bang li Biden kirin: Zextê li Erdogan bikin da ku pirsgirêka Kurd çareser bike

Komek ji Senatorên Amerîkî li dijî zêdebûna zextên dewleta Tirk li ser gelê Kurd û siyasetvanên wî, nameyeke ji serok-dewlet Joe Biden re şandin.

Sentaoran eşkere kir ku şefê rêjîma Tirk Erdogan gelê Kurd ji mafê wî bê par dihêle û hêza desthilatdariya xwe bi rêbazên dij-demokratîk li ser civakê ferz dike.

Di nameyê de ji Biden hate xwestin ku ji bo astengkirina hewldana girtina HDP’ê zextên xwe li ser Erdogan zêde bike.

Bi pêşengiya endamê demokrat Chris Van Hollen û yê komarger James Lankford komeke ji senatorên Amerîkayê têkildarî pirsgirêka Kurd li Tirkiyê û hewldanên girtina HDP’ê nameyeke ji serok-dewlet Joe Biden re şandin.

Senatoran anî ziman ku ew ji ber siyasetên dewleta Tirk û şefê wê Erdogan bifikar in û ev daxwaz ji Biden kirin:

Ji ber siyasetên Erdogan, li Tirkiyê civaka Kurd ji mafên xwe bê par tê hiştin. Erdogan zerarê dide siyaseta pir-rengî û hêza xwe a detshilatdariyê bi rêbazên dij demokratîk bikar tîne.

Sêyemîn partiya herî mezin li Tirkiyê ku parastina mafê Kurdan dike HDP’ê, bi biryara girtinê re rû bi rû ye.

Em weke senator ji serok Biden daxwaza dikin ku hewldana girtina HDP’ê bi tûndî şermezar bike û tevî welatên Yekîtiya Ewrûpayê zextên xwe li ser Erdogan zêde bike da ku pirsgirêka bi rêyên demokratîk çareser bike.

Di nameya senatoran de tê bibîrxistin ku ji sala 2015’an ve bêtirî 5 hezar HDP’yî ku parlementer û rêveber jî di nav de ne hatine girtin û wiha dewam dike:

Tevî biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê jî Hevserokê berê yê HDP’ê Selahettîn Demîrtaş nayê berdan.

Erdogan ê ku di hilbijartinan de nikarîbû HDP’ê tê bibe niha dixwaze bi rêya dadgeriya xwe vê partiyê bigre û bi serdan rêveberê wê ji seyasetê mehrûm bike.

Ev yek eşkere tê wateya tepisandina siyaseta muxalif.

Herî dawî senatoran ji Biden xwestin ku eger HDP’ê were girtin, pirsgirêk bi rêyên demokratîk neyên çareserkirin û rêz ji mafê mirovan re neyê girtin, wê ev yek ji bo Tirkiyê rê li ber encamên giran veke.

Chris Van Hollen

James Lankford

Ron Wyden

Jeff Merkley

Jeanne Shaheen

Cory Booker

Ed Markey

Sherrod Brown

Thom Tillis

Angus King

Back to top button