Nezîra Gewriyê: Hevdîtinên me yên li Washingtonê baş in

Şandeya Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) û Rêveberiya Xweser li Amerîkayê hevdîtinên xwe didomînin.
Şande herî dawî bi alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê yê kar û barên Rojhilata Jêrîn Joey Hood û Berpirsê dosyaya Sûriyê Ethan Goldrich civiyan.
Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cirîzê Nezîra Gewriyê diyar kir ku rêveberiya Amerîka soz da ew ê piştgiriya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidomînin.

Şandeya Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) û Rêveberiya Xweser ev çend roj in li Amerîkayê ne û bi rayedarên Ameîrkayê re hevdîtinan dikin.

Herî dawî 30’ê Îlonê, şandeyê bi alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê yê kar û barên Rojhilata Jêrîn Joey Hood û Berpirsê dosyaya Sûriyê Ethan Goldrich civiyabûn..

Ji endamên şandeyê, hevseroka Mecilsa Rêveber a Rêveberiya Xweser ya Demokratîk a Herêma Cizîrê Nezîra Gewriyê, di vê derbarê de ji ANHA’yê re axivî.

Nezîra Gewriyê diyar kir ku bernameya wan a hevdîtinên li Waşingtonê dewam dike û got:

“Me bi jimareke endamên Kongreya Amerîka û endamên Senatoyê yên partiyên komarparêz û demokrat re hevdîtin pêk anî.

Me rayedarên Amerîkî ji rewşa herêmê û astengiyên li pêş Rêveberiya Xweser agahdar kirin.

Berpirsên Kongre û Senatoyê beramber me helwesteke erênî nîşan da.

Di siyaseta Amerîkayê de, gelek caran nezelalî heye..

Lê Rêveberiya Biden hewl dide şaşiyên serokê berê Turmp dubare neke.”

Li gorî Nezîre Gewriyê, rayedarên Amerîkî soz daye ew ê piştgiriya QSD’ê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidomînin..

Der barê çareseriya siyasî ya Sûriyê de Gewriyê got:

“Me digel rayedarên Amerîkî mijara çareseriya siyasî ya giştî Sûriyê nîqaş kir.

Me got ku divê diyalog bi garantiya Mosko û Waşingtonê dest pê bikin û ji bo projeya Rêveberiya Xweser me daxwaziya piştgiriyê kir.”

Hevseroka Meclisa Rêveber a Herêma Cirîzê Nezîra Gewriyê, di dawiyê de da zanîn ku hevdîtinên Rêveberiya Xweser digel rayedarên Amerîkayê dewam dikin.

Back to top button