Şengaliyan rê li ber hezên PDK’ê girt û nehiştin derbasî Şengalê bibin

Hêzên PDK’ê xwestin derbasî navçeya Sinûnê ya Şengalê bibe..
Şengalî yekser kom bûn û rê li ber derbasbûna PDK’ê girtin.
Hin dîmenên ji wir ên kombûna milet ketin destê me, em bînin ser ekranê.

Bi nêzîkbûna salvegera komploya 9’ê Cotmehê a navnetewî û peymana dagirkirna Şingalê, PDK’ê hewildide bikeve Şingal ê.

Duh di seetên şevê de hêzên PDK’ê bi gelek wesayîtên leşkerî û çekên giran, bi hinceta xebatên hilbijartinê xwestin derbasî Şingal’ê bibin.

Têkildarî mijarê Rêveberîya Xweser a Şingalê banga berxwedanê kir û got: ”Em ê li hember wan berxwedanîyeki mezin nîşan bidin û xwe biparêzin.”

Li ser banga îradeya Şingalê, Gelê Şingalê jî hîn di seetên despêkêde daketin qadan û rê li ber wan hêzan qutkir û rê nedan ku ew derbasî Şingalê bibin.

Gelê Şingalê îro bi pêşengîya jinên Êzidî, ji serê sibehê ve li ser rêyên Nahîya Borik û Guhbel bend çêkirin û dest bi berxwedanê kirin.

Di encama berxwedanê de, gelê Êzidî bi serket û hêzên PDK’ê paşde vekişîyan.

Piştî paşde vekişîna hêzên PDK’ê, gel bi gerandina govendê û dirûşmeyan serkeftina xwe pîrozkirin.

Back to top button