DÛRAN KALKAN: GELÊ KURD GELEKÎ KEDKAR E, LEWMA 1’Ê GULANÊ HEVGIRTNA GELÊ KURD E

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan 1’ê Gulanê cejna Karker û Kedkaran pîroz kir . Kalkan got: Em bawer in ku pêngava berxwedanê ya li Kurdistanê wê bi 1’ê Gulanê re bigihêje asta bilind û di rêya serketina mayinde de bi pêş ve biçe.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan 1’ê Gulanê Cejna Karkeran nirxand.

Dûran Kalkan ji niha de cejna hemû karker û kedkaran pîroz kir û got:

Gelê Kurd gelekî kedkar e. Ji ber vê jî 1’ê Gulanê roja yekîtî û hevgirtina gelê Kurd e.

Ez bawer im wê Kurd li her derê bi coş tevlî pîrozbahiyên 1’ê Gulanê bibin.

Em çalakiya azadî û demokrasiyê û pêngava berxwedanê ya ‘Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’ dikin yek.

Em yekîtiya herî mezin di têkoşîna xwe de ava dikin. Me dît ku şerê li dijî DAÎŞ’ê yekîtiyeke çawa ava dike. Şerê me yê ji Kobanê heta Reqa û Baxozê vê yekîtiyê nîşan dide.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê diyar kir ku tê dîtin ku di 1’ê Gulanê de wê li hemberî pergala modernîteya kapîtalîst têkoşîna lêgerîna cîhaneke demokratîk xurttir bibe.

Dûran Kalkan bi bîr xist ku li her dera cîhanê li ser bingeha yekîtî, hevgirtin û parvekirinê vejîneke nû ava dibe.

Her weha dest nîşan kir ku Sosyalîzma Demokratîk bi pêş ve diçe.

Tê dîtin ku di paradîgmaya nû ya Rêber Apo de sosyalîzmeke nû ava dibe û tê nîqaşkirin. Em bawer dikin di 1’ê Gulanê de wê nîqaşên wisa bidomin.

DÛRAN KALKAN:
PÊNGAVA BERXWEDANÊ WÊ BI 1’Ê GULANÊ RE BIGIHÊJE ASTA BILIND

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan da zanîn ku Roniya pratîk û teorîk ya têkoşîna azadiya Kurdistanê, li her derê belav dibe û bi dawî kir:

Li ser vî esasî 1’ê Gulanê dibe yek ji sembola Tevgera Sosyalîst û Demokratîk.

Em bawer in ku pêngava berxwedanê ya li Kurdistanê wê bi 1’ê Gulanê re bigihêje asta bilind û di rêya serketina mayinde de bi pêş ve biçe.

Di 1’ê Gulanê de jin, ciwan, karker, kedkar û hêzên antîfaşîst û antîkapîtalîst wê çîrûskeke mezin vêxînin.

Leave a Reply

Back to top button