KNK: Li ber çavên cîhanê sûcê mirovahî tê kirin

Dewleta Tirk ya dagirker ku nêzî 6 meh in êrişê dibe ser başûrê Kurdistanê li hember berxwedana gerîla têk diçe.
Dewleta dagirker di van demên dawiyê de li dijî gerîla bê navber çêkên kîmyewî bikar tîne.
Têkildarî êrişên bi çekên kîmyewî, Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) daxuyaniyek da.
KNK, diyar kir ku dewleta Tirk li dijî gelê Kurd şereke dijwar û qirêj dike.
KNK’ê di serî de bang li gelê Kurd, hêzên navneteweyî, Rêxistinên Sivîl û partiyên siyasî kir ku li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bibin xwedî helwest.

Dewleta Tirk a dagirker ya ku li beramberî berxwedana gerîla nikare encam bigre, di van demên dawiyê de çekên kîmyewî bikartîne.

Arteşa Tirk li dijî gerîla heta niha 163 caran gazên kîmyewî bikar aniye.

Têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî yên dewleta Tirk, Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) daxuyaniyek da.

KNK’ê diyar kir ku dewleta Tirk li dijî gelê Kurd şereke qirêj dike û bi vê re jî hewl dide destkeftiyên Kurdan hemûyan tine bike.

KNK’ê anî ziman ku dewleta Tirk her diçe dagirkeriya xwe ya li Rojava-Sûriyê û Başûrê Kurdistan-Iraqê berfirehtir dike û got;

“Di serî de li Rojava, Başûrê Kurdistan, Kampa Penaberan a Mexmûr û Şengal bê navber dibin hedefa êrişan.

Ji ber bombebaranên dewleta Tirk heta niha bi deh hezaran mirov neçar man ku gundên xwe bi terikînin, gelek kes şehîd û birîndar bûne.

Tevkî ku belge û raporên pêwîst li ber dest hene ku gazên kîmyewî hatiye bikaraîn jî, hêzên navneteweyî hê jî bêdeng in.”

KNK: Hêzên ku çek, bombe û çekên kîmyewî didin Tirkiye, şirîkên sûc in

KNK îşaret bi bêdengiya hêzên navneteweyî kir û got;

“Bêdengiya Neteweyên Yekbûyî û hêzên navneteweyî ya li ber Tirkiye, tê wateya ku vî sûcî erê dikin, dibin hevkar û palpişt.

Ew hêzên ku her cûre balafir, bombe û çekên kîmyewî dane Tirkiye, her wiha ew hêzên li ber vê yekê bêdeng in, hemû jî şirîkên sûcên dewleta Tirk in.”

KNK: Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî divê herkes bikevin nava tevgerê

Kongreya Netewî ya Kurdistanê-KNK’ê di dawî de bang li herkesî kir ku li dijî bikaranîna çekên kîmyewî yên dewleta Tirk ya li dijî hêzên gerîla bibin xwedî helwest.

Back to top button