Cotkarên rojavayê Kobanê ji ber kêmbûna avê bi fikar in

Qutkirin û kêmkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve bandoreke mezin li gelê herêmê kir.
Şêniyên gundên Kobanê diyar kirin ku ger kêmkirina avê wiha dewam bike wê ziyaneke mezin li çandiniyê bibe.

Dewleta Tirk a dagirker bi rêya kêmkirina ava çemê Firatê armanc dike ku her tiştî qir bike.

Kêmkirina ava çemê Feratê bandoreke neyînî li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybetî li welatiyên Kobanê kir.

Şêniyên Kobanê derbarê kêmbûna ava çemê Firatê de nêrînên xwe anîn ziman û diyar kirin ku eger rewş wisa bidome dê zirarê bigihîne çandiniyê.

Cotkarê bi navê Sibhî Elî yê ji gundê Borazê da zanîn ku kêmbûna ava çemê Firatê di sala borî de bandorek mezin li çandiniya li herêmê kir û got,

“Di bîran de av pir kêm bû û gihaşt asta zuhabûnê, ji ber vê yekê em neçar man ku hejmara boriyan zêde bikin, lêçûna wê jî li ser me zêde bû û zirarên mezin çêbûn.

Îsal jî gelek kes difikirin ku zeviyan neçînin, ji ber ku dewleta Tirk hîn asta avê kêm dike.”

Cotkar Mistefa Hesen jî got:

“Li herêmê ji ber kêmbûna avê zuhabûn çêbû û ava bîran kêm bû, şêniyên ku di kûrahiya 30 metreyan de av ji bîran derdixist, niha pêwîstiya wan bi dirêjiyek duqat heye da ku av derkeve.”

Mistefa Hesen destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk ji qutkirina avê ew e ku şêniyên herêmê dorpêç bike û axa wan dagir bike.

Her wiha cotkarê bi navê Berekat El-Mihemed jî destnîşn kir ku ji ber kêmbûna avê bandor li sawalan jî bû.

Li Kobanê mehên Cotmeh û Mijdarê dema çandiniyê ye. Şêyinên herêmê niha xwe amade dikin ku erdên xwe bi berhemên zivistanê mîna genim û ceh biçînin.

Lê qutkirin û kêmkirina ava çemê Feratê ji bo vê yekê astengiya herî mezin e.

Back to top button