Rêxistina Hevkariya Îslamî binpêkirinên Îsraîl ên li rojhilatê Qudisê şermezar kir

Di nava demên dawiyê de, Îsraîlê li dijî herêmên Rohilatê Qudisê zextên xwe zêde kiriye.
Rêxistina Hevkariya Îslamî, binpêkirinên mafan ên ku Îsraîl li Rojhilatê Qudisê pêk anî şermezar kir.

Rêxistinê têkildarî binpêkirinan daxuyaniyek nivîskî weşand.

Rêxistinê ji ber avakirinên neqanûnî yên li Qudisê, qirkirina nîjadî û bi zorê derxistina Filistîniyan ji herêmê Îsraîl hişyar kir.

Di daxuyaniyê da hat gotin, Îsraîl hewl dide nasnameya dîrokî û rewşa qanûnî ya Rojhilatê Quds biguherîne û ji Filistînê cuda bike.

Astengkirina Îsraîlê ya azadiya îbadeta Filistîniyan li Mescîd-Î Aksayê, helwesta wê ya li hember cihên pîroz û binpêkirina wê ya eşkere azadiya îbadetê ye.

27’ê Îlonê Cihûyên fanatîk bi hinceta Festîvala Sukkot, bi polîsên Îsraîlê re, ketin hewşa Mescîd-Î Aksa.

Doh jî bi sedan Filistîniyên dixwestin ji bo nimêja Înê herin mizgefta Mescîd-Î Aksa ji aliyên polîsên Îsraîlê ve hatibûn astengkirin.

Li aliyekî din, di dema şermezarkirina avahiyên neqanûnî yên Îsraîl li Şerîa ya Rojava çê dike de, pevçûn rûdan.

Zarok jî di nav de bêtirî 51 kes Filistînî birîndar bûn.

Back to top button