Qeter..Cara yekem gel ji bo hilbijartinê dengê xwe bikar tînin

Li Qeterê cara yekem gel ji bo hilbijartina parlametoyê dengê xwe bikar anîn.
Di hilbijartinê de ji bo zilaman û jinan sendoqên cûda hatin danîn.
Her wiha ji 234 namzetan tenê 26 jinin.

Dengdan di saetên siharê de despê kir.

Ji ber cara yekeme, tê pêşdîtin ku rêjeya beşdarbûnê zêde be.

Dengdêr wê bi denegê xwe ji 45 kursiyan, 30 parlamenteran hilbijêre.

Emîrê Qeterê jî wê 15 e parlamenteran destnîşan bike.

Hilbijartina ku saet 08:00 ê sibeê li gorî dema rojava despê kirî, wê heta 18:00 dewam bike.

Tê payîn ku encam îşev bên eşkerekirin.

Balkêşe ku ji bo karanîna deng, jin û mêr di sindoqên cuda de deng bikar tînin.

Di hilbijartinê de, 234 namzet di pêşbaziyê de ne.

Ji van tenê 26 jê jinin.

Encûmena Şura hin hêzên qanûnî hene.

Parlamento dikare polîtîka û budçeyên hukumeta giştî bipejirîne, lê desthilata wê li ser desthilata cîbicîkar nîne.

Encûmena Şura di warê parastin, ewlehî, aborî û polîtîkayên hilberînê de nexwedî gotin e.

Cîgirê Serokwezîrê Qeterê û Wezîrê Karên Derve Mihemed bin Ebdurrahman bin Casim el Sanî, hilbijartina yekeml wekî “ceribandinek” nirxand û diyar kir ku “Ji Meclisa Şûrayê re bi qasî hemû meclisan yekser hêz nayê dayîn”.

Back to top button