Serokdewletê Belarûsê: Di rewşa êrişeke ji derve de Belarûs wê bibe baragehek Rûsya

Serokdewletê Belarûs Aleksandr Lukaşenko diyar kir ku di rewşa destwerdana derve de, welatê wî wê bi Rûsyayê re bibe baregeheke yekbûyî.

Aleksandr Lukaşenko polîtîkayên êrîşkar ên welatên rojavayî ku Mînskê dikin hedef nirxand û li ser asta têkiliyên leşkerî yên bi Rûsyayê re daxuyanî da.

Lukaşenko di axaftina xwe ya li gel tora CNN de got,

“Gava pêwist be, Belarûs wê bibe bingehek yekbûyî bi Rûsyayê re da ku li hember êrişa bisekine.

Ger we (DYA) an hin welatên cîran niyetek wisa hebe, divê hûn bi eşkere fêm bikin ku ez çi dibêjim.”

Di Cotmeha sala borî de, Wezîrê Derve yê berê yê Amerîkî Mike Pompeo peywendiyek telefonî li gel Lukaşenko pêk anîbû.

Di wêdemê de Minsk piştrast kir ku welatên NATO li hemebrî wan ne gefin.

Back to top button