BERPIRSÊ MIT’Ê YÊ DEWLETA TIRK LI EZAZÊ HAT KUŞTIN

Li navenda Ezazê li dijî navendeke MÎT’ê ya dewleta tirk êrîşek pêk hat. Tê îdiakirin ku berpirsê MIT’ê yê dewleta tirk li Sûrî hatiye kuştin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî yên Ezazê hate girtin, li navenda Ezazê li dijî navendeke MÎT’ê ya dewleta Tirk êrîşek pêk hat.

Di êrîşê de 2 endamên MÎT’a tirk hatine kuştin.

Hate ragihandin ku di nava kesên hatine kuştin de berpirsê maseya MÎT’ê yê li Sûrî Ebû Omer jî heye.

Her wiha 2 kes jî birîndar bûne.

Heta niha ti hêzekê ev êrîş li xwe ne girtiye.

Leave a Reply

Back to top button