Çînê di roja netewî de bi 38 balafirên şer derbasî asîmanên Taywanê bû

Çîn ya ku Taywanê weke parçeyek ji xaka xwe dibîne, di her fersendê de vê peyamê ji bo hikumeta welat dide.
Doh di roja netewî ya Çînê de, Pekînê bi 38 balafirên şer û bobmbebarkirî ketin xaka Taywanê.

Duh 22 balafirên şer û 2 balafirên bombebaranê û balafirên keşfê qada ezmanî ya Taywanê derbas kirin.

Artêşa Taywanê hişyariyên radyoyî aşnd û ji bo ku rewşê bişopîne pergala berevaniya moşekan aktîv kir.

Ji 15’ê Hezîranê ve ev 28 balafir bû jimara herî zêde ya wan balafiran ku ketine, ‘herêma parastina ezmanî’.

Piştî peymana keştiyên binav yên deryayî AUKUS’ê hêrsa Pekînê li dijî welatên nêzî DYA zêde bûye.

Çînê tim balafir radikirin ser vê herêmê lê piştî peymana AUKUS’ê ev firîn zêdetir balê dikişîne.

Li gorî peymanê Ingilistan û Ewistralya jî dibe ku bikevin nav şerekî.

Li gorî daneyên Wezareta Parastinê ya Çînê meha bihurî hema hema her rojê bi kêmanî balefirek di ser herêma parastina Taywanê re firandiye.

Back to top button