Li bajarê Strasbourgê mîtînga azadiyê hat lidarxistin

Kurdistanî û dostên xwe ji bo azadiya Rêber Apo li ber avahiya Konseya Ewrûpayê kom bûn.
Mîtînga bi slogana “Ji bo azadiya Ocalan bikevin nava tevgerê” ji aliyê Înîsyatîfa Navneteweyî ya Ji Ocalan re azadî hat organîzekirin.

Bi nêzîkbûna salvegera 23’an a komploya 9’ê Cotmehê re, çalakiya Nobe Azadiya Rêber Apo bi girseyî dewam dike.

Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal jî di navbde Dîrektorê Sendîkaya Karkaran a Birîtanyayê û gelek kesayetên navdar ên cîhanî beşdarî nobedê bûn.

Di çarçoveya pêngava “Dem Dema Azadiyê ye” îro li ser banga Înîsyatîfa Ji Abdullah Ocalan re azadî, mîtîng hat lidarxistin.

Bi sedan Kurdistanî û dostên xwe li ber avahiya Konseya Ewrûpayê ya bajarê Strasbourgê kom bûn.

Çalakî bi slogana “Ji bo azadiya Ocalan bikevin nava tevgerê” pêk hat.

Ji 14 pêkhateyên cûda ên navneteweyî, gelek mirovên cihê xwe di mîtîngê de girtin bang li Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê CPT, Dadgeha Mafê Mirovan û Meclisa Parlementera a Ewûpayê kirin.

Di bana endamên înîsyatîfê de ecv xal cih girtin:

Ji bo tecrîda li se Ocalan û girtiyên din were bidawîkirin, divê CPT yekser bikeve nava tevgerê.

Li hemberî binpêkirina li zindanên Tirkiyê, dadgeha mafên mirovan, Konseya Ewrûpa û Neteweyên Yekbûyî erka xwe bicih bînin.

Ji bo azadiya Ocalan, divê Komîteya Wezîran a Konseya Ewrûpayê gavên siyasî bavêje.

Back to top button