QSD’ê li Mergedayê çeteyekî ku mayin çêdikir girt

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê bi her awayî hewl didin ewlehiyê têk bibin.
Hêzên Sûriya Demokratîk li Mergedayê DAIŞ’iyekî ku mayin çêdikir girt.

Yekîneyên taybet ên Hêzên Sûriya Demokratî (QSD) îro,, bi piştgiriya Koalîsyona Navndewletî, li navçeya Mergedayê ya girêdayî navçeya Şedadê çeteyekî DAIŞ’ê girt..

QSD’ê diyar kir ku wî çeteyî mayin çêdikirin û vediguhastin bajarê Hesekê û Dêra Zorê..

QSD’ê eşkere kir ku bi çeteyê girtî re, miqdareke alavên çêkirina mayinan, çek, çebilxane, belge û alavên teknîkî hatin girtin.

Weke tê zanîn, operasyonên QSD’ê li dij şaneyên DAIŞ’ê hê jî dewam dikin..

Back to top button