Îran..Tevî aciziya Bakû, Tahranê li sînor dest bi tatbîqata leşkerî kir

Li sînorê Azerbeycan û Îranê, tetbîqata leşkerî despê kir.
Tevî aciziya Bakû yê Tahranê di pêkanîna tetbîqatê de israr kir.
Tetbîqata bi nava “Fetha Xeyber” bi beşdariya tank, helîkopter û dronan despê kir.

Di nava Azerbeycan û Îranê de aloziya tetbîqatê xwe daye der.

Tetbîqata leşkerî ya ji aliyê Fermandariya Bejahî ya Îranê ve hatî despêkirin, li gel Bakûyê nerehetî daye avakirin.

Di tatbîqatê de, tevî maşîneyên zirxî û topavêjan, dron û çekên elektironîk jî wê werin bikaranîn.

Tahranê doh ragihandibû ew ji ber anîna çeteyên DAIŞ’ê ya ji aliyê welatekî cîran ve acizin.

Her wiha demek dirêje ji ber hevkariya leşkerî ya navbera Azerbeycan û Îsraîlê, rêveberiya Tahranê nerehetiya xwe tanî ziman.

Serokê Azerbeycanê Îlham Aliyev tetbîqat bi suprîz binav kir.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Ebdulahiyan jî got,

Ev tetbîqat di nava sînorê welat de ji bo parastinê pêk tê.

27’ê Îlonê Aliyev îdia kiribû ku barhilgirên girêdayî Îranê bê destûr derbasî herêmên Qerebaxê dibe.

Back to top button