PDK gef li şivanan dixwe da ku agahiyên bikaranîna çekên kîmyewî nedin

Tevî êrişên dewleta Tirk ya li ser qadên gerîla, hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re jî didome.
Derbarê bikaranîna çekên kîmyewî yên li herêmê ji bo kesek neyên agahdarkirin, hêzên PDK’ê gef li şivanên heremê xwarin.
Her wiha hêzên PDK’ê, ji bo leşker û îstîxbarata Tirk li herêmê rehet tevbigere, li Xelifanê, qereqolê ava dike.

Êrişên Arteşa Tirk ya dagirker a li dijî başûrê Kurdistanê ji 23’ê Nîsanê ve dewam dike.

Tevî êrişan dewleta Tirk çekên kîmyawî jî bikartîne.

Li kêleka êrişên dewleta Tirk ya dagirker, hevkariya PDK’ê ya çi bi leşkerî, çi bi îstîxbaratî ji bo Arteşa Tirk didome.

Îstixbarat û Arteşa Tirk ya ku li heremê windahiyên mezin didin bi hevkariya PDK’ê li ser xelkê heremê gefan dixwin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, ji bo ku derbarê bikaranîna çekên kîmyewî yên li herêmê kesek neyên agahdarkirin, PDK’ê gef li şivanên heremê xwariye.

Şivanê ku ji ber ewlehiyê nexwestiye navê xwe aşkere bike, diyar kiriye ku ji bo derbarê bikaranîna çekên kimyewî agahî nedin ragihandinê û şandeyên biyanî yên ku bi boneya hilbijartinên Iraqê wek çavdêr werin heremê hemû şivanên heremê hatine tehdîdkirin

Şivan, anî ziman ku ji bilî Qada Parastina Medyayê derdora bajarokê Kanî Masî, gundên Deşîşe, Hirorê, Derarê, Kestê, Bankê Jor û Bankê Jêr bênavber tên bombebarankirin û gazên kîmyewî tên bikaranîn.

Şivan, da zanîn ku beriya rojan dema sewalên xwe diçêrand herêm hatiye bombekirin û ji ber duyê bombeyê tesîr li serê wî kiriye û 18 serî pezên wî jî ji ber tesîra duyê bombeyê mirin e.

Pdk ji bo îstîxbarata Tirk li Xelîfanê qereqolekî ava dike

Li aliyê din hêzên PDK’ê bi taybetî li qada Xelanî Biyaw a li rojhilatê Xelifan dikeve û leşkerên Tirk nikare bikeve wir, ji bo MÎT’a Tirk qereqolek seyar ava dike.

Hêzên PDK’ê di 20’ê îlonê de li herêma Xelifan ya ji Dîdewanê heya digihije Hecî Omeran bi kolandina xendekan re xetek çêkiriye û di ser vê xeta hatiyê çêkirin de ji her 8 kîlometroyan qerekolek hatine avakirin.

Back to top button