Polîsên Fransayê êrişî çalakvanên li Strasbourgê kirin

Komek çalakgeran ji bo azadiya Rêber Apo li bajarê Strasbourgê kon vedabûn.
Polîsên Fransayê êrişî çalakgeran kir.

Gelê Kurd û dostên wan piştî mîtînga li pêşiya avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasbourkê bi konan li pêşiya Dêra St. Maûrîceyê gundekî komun avakirin.

Polîsên Fransayê êrişî çalakgeran kirin, hin kes binçavkirin û ji ber ku polîsan gaz bikar anî bêhn li gelek kesan çikiya.

Piştî ku polîsan çalekger ji hev dûrxistin konên wan hilweşandin.

Kongreya Civakên Demokratîk yên Kurdistaniyên li Ewropayê-KCDK’ê bang li her kesî kir ku berê xwe bidin cihê çalakiyê û piştgiriya çalakgeran bikin.

Back to top button