LI ŞENGALÊ VEKIRINA KOMGORAN DIDOME

Di fermana 3’yê Tebaxa sala 2014’an de, çeteyên DAIŞ’ê li Şengalê gelek Êzidî qetilkirin û li gorên komî de hatin veşartin. Ev gorên komî ev demeke li Şengalê tên vekirin û hîn vekirina wan dewam dike.

Duh Rêxistina Êzidî ya ji bo belgeyan, têkildarî mijarê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de eşkere kir ku li gundê Koço yê Şengalê tîma vekirina gorên komî rastî êrîşek çekdarî hatiye.

Her wiha bang li aliyên peywendîdar kiribû ku ji bo parastina tîmên vekirina goran erka xwe bi cih bînin.

Li ser vê daxuyaniyê berpirsê Parastinê yê ser bi Desteya Heşda Şebî Xalid Şengalî ji ajansa Rojnews’ê re axivî.

Xalid Şengalî ragehand ku tîmên vekirina gorên komî rastî ti êrîşê nehatine û ev tişt got;

“Doh di dema kar de li gundê Koço yek ji amûra vekirina goran xerab bû û dengek bilind jê hat.

Ji ber vê kesên nêzî gundê Koço tirsyan û nûçeyên nerast hatine belav kirin.

Ji ber ku yek amûra vekirina goran xereb bibû duh kar hatibû rawestandin û îro careka din dest pê kir”.

Leave a Reply

Back to top button