Dewleta Tirk û çeteyên wê êriş birin ser gundê Til Kevçî yê Til Temirê

Dewleta Tirk û çeteyên wê vê êvarê êriş birin ser gundê Til Kevçî yê bi ser Til Temirê.

Gundê Til Kevçî yê Asûriyan ku li rojavayê Til Temirê ye careke din bû hedefa dewleta Tirk ya dagirker û çeteyên wê.

Gund bi guleyên obus û hawanan hat bombebarankirin.

Derbarê encamên êrişê de agahî nehatin bi destxistin.

Di encama êrişên dagirkeran de li Eyn Îsa sivîlek birîndar bû

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe vê sibê jî êriş birin ser gundê Mielek û kampa Eyn Îsayê.

Di encama êriş û bombebaranê de kesekî sivîl birîndar bû.

Back to top button