Zeyneb Saroxan: Îdia ne rastin, her saziyek dikare serdana Mala Parastina Zarokan bike

Desteya Jinan a herêma Cizîrê, Nivîsgeha Parastina Zarokan û Nexweşxaneya Gel a Hesekê îdiayên ku “Gendelî li Mala Parastina Zarokan heye”, derewandin.

Hat gotin her sazî û rêxistinek dikarin serdana malê bikin û rewşa zarokan bibînin.

Derbarê mijarê de Endamên Mala Parastina Zarokan, Desteya Jinan û Nexweşxaneya Gel li pêşiya avahiya Mala Parastina Zarokan daxuyaniyek dan.

Seroka Desteya Jinan a herêma Cizîrê Zeyneb Saroxan axivî û got:

“Gotinên têkildarî Mala Parastina Zarokan ên li ser malperên tevna civakî belav bûne, ne rast in.

Zeyneb Saroxan diyar kir ku Mala Parastina Zarokan ji pisporên psîkolojîk û xebatkarên jin pêk tê û ew jî erkên xwe bi temamî pêk tînin da ku destekê bidin zarokan.

Zeyneb Saroxan diyar kir ku îdiayên dibêjin “Gendelî û pêkhatina îşkenceyê di Mala Parastina Zarokan çêdibin” ne rast in.

Derbarêmijarê de hiqûqnas Xalid Cebir got: “Me rewşa Mala Parastina Zarokan şopand. Îdiayên ku li dijî karmend û rêveberên malê hatine belav kirin ne rast in.”

Mudirê Nexweşxaneya Gel a Hesekê Faris Hemû jî got: “Rewşa tenduristiya zarokan jî baş e û nexweşî di nava zarokan de tune ne.”

Back to top button