Tevgera Azadî navên namzetên ku wê di hilbijartinên Iraqê de piştgiriya wan bike eşkere kir.
Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku wê li çend herêm û bajaran li ser bingeha qebûlkirina bernameya wan ku berê eşkere kirîbûn, piştgiriyê bidin hinek namzetên serbixwe û partiyan.
Namzetên ku Tevgera Azadî wê piştgiriyê bide wan ev in.
Namzeta parêzgeha Kerkûkê Şirîn Ebdullah Mihemed
Namzetên parêzgeha Silêmaniyê, Ronak Mecîd Fetah, Mihemed Hesen, Yusra Receb û Dr. Nermîn Mehrûf.
Li Hewlêrê Namzetê Serbixwe yê Aşûrî Hîlan Îsî Kirîm Ashiq, Feysel Kerîm Xan Biradostî.
Li herêma Dihokê, namzetê serbixwe yê Aşûrî Sibah Nemrûd Cicu û Îmad Ebdulrezaq Mihemed
Li herêma Kerkûkê Dr. Geylan Qadir
Li herêma Hewlêrê-Koye Herêm Kemal.
Li herêma Silêmaniyê, Helebce û Şarezûr Çiro Heme Şerîf.
Wê li parêzgehên Diyale û Selahedînê piştgiriya namzetên Kurd bike.
Di dawiya daxuyaniyê de Tevgera Azadî bang li endam û alîgirên xwe kir ku biçin ser sindoqan û mafên xwe yên dengdane bi kar bînin.