Artêşa Tirk bi çekên qedexekirî gundên Eyn Îsa topbaran kirin

Êdî dewleta Tirk dest bi çekên qedexekirî di êrîşên xwe yên li ser vê herêmê de jî dike..
Dewleta Tirk û çeteyên wê îro bi van çekan êrîşî gundên Eyn Îsayê kirin.

Dever û gundên ku rastî êrîşên bi çekên qedexekirî hatin, xwaringeha Seqir, Kampa Eyn Îsa, rêya M4 û gundên Mielek û Xalidiyê yên Eyn Îsayê bûn..

Dewlet Tirk bi doşka, çekên mîsket û çekên giran ên qedexekirî deverên navborî topbaran kirin.

Dagirkeran êriş birin ser gundê Til Kevçî yê Til Temirê

Doh jî heman dagirkeran êrişî gundê Til Kevçî yê Asûriyan ku li rojavayê Til Temirê ye kir.

Ev gund jî, bi obus û hawnan hat bombebarankirin.

Back to top button