Îro 4 sal di ser koça dawî ya Celal Talebanî re derbas dibin

Li ser koça dawî ya Sekreterê berê yê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) û Serokkomarê berê yê Iraqê Celal Talebanî re 4 sal derbas dibin. 

Yek ji navên di siyaseta Kurd de herî bi bandor Celal Talebanî ye ku sala 1933’yan li gundê Kelkanê yê girêdayî navçeya Dukanê ji dayik bûye.

Talebanî ji temenê xwe yê ciwantiyê û vir ve jiyana xwe di nava siyasetê de derbas kir û li gel gelê Kurd weke ‘Mam Celal’ dihat naskirin.

Di sala 1946’an de komeleyeke fêrkirinê ya veşartî bi navê Komeleya Pêşxistina Xwendinê ava dike û weke sekreterê wê tê hilbijartin.

Sala 1954’an jî weke Endamê Polîtburoya PDK’ê hat hilbijartin.

Piştî xebateke bi nirx û demdirêj di 3’yê Cotmeha 2017’an de li nexweşxaneya Berlînê koça dawî kir û li Girê Debaşan ê Silêmaniyê hat veşartin.

Mam Celal li pey xwe temenekî tîjî têkoşîn hişt.

Back to top button