Omer Salih: Gelê Şengalê dê xwe biparêze û li dijî PDK’ê li ber xwe bidin

Doh Hêzên PDK’ê xwestin derbasî Şengalê bibin..
Şengalî yekser kom bûn û rê li ber derbasbûna PDK’ê girtin.
Hevserokê PADÊ Omer Salih di derbarê de peyivî û diyar kir ku dê li dijî bicihkirina hêzên PDK’ê li Şengalê li ber xwe bidin.

Omer Salih derbarê tevgera PDK’ê li şengalê diyar kir ku tu carî nayê qebûlkirin ku PDK bi hêzên leşkerî re li Şengalê xebatên hilbijartinê bike û wiha got :

PDK ji bo ku peymana 9’ê Cotmehê ya bi Iraq û dewleta Tirk re bi cih bîne, li pey provokasyonan ketiye û wiha dewam kir :

“Îro PDK dixwaze saziyên wekî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê, Asayîşa Êzîdxanê, têk bibe.

Hewl dide bi hinceta xebatên hilbijartinê provokasyonan bike ku bi hêza xwe nikarîbû li Şengalê bike.

Gelê Şengalê ji Fermana 73’yan tecrubeyên xwe derxistin û xwe diparêzin .

Omer Salih di dawî de raghand ku divê hemû gelên li Kurdistanê dijîn xwedî li Êzîdxanê derkevin.

Back to top button